27 أبريل، 2025

واحة الفكر Mêrga raman

أدبية ثقافية عامة

DÊRIK /Ednan Beşîr

DÊRIK /Ednan Beşîr
ـــــــــــــــــــــــ

DÊRIK 

Dêrik warê vîna min 
dilsoz û hêlîna min

poz bilind e yara min
rûgeş e şêrîna min

çendî dûr be rêka min
nêzîk e b, nêrîna min

Wê nexşkir dilê min xemilî bi xwîna min

Bê nahiya çavên min
Her ew di ramanê min

heskirina wê gelek 
lê dijîn hevsalên min

dûr nêzîk li bîr tînim 
Jê tê bîna Dayîka min

ji bîr nakim ti caran
wê sotiye cergê min

hawîr wê dar û av in 
wek bazinê yara min

Kanî û çim û cobarin
pêre xemla dilê min

Ji derdan re hetwane
ew nîşana karê min

buhar li wê di xemilin
lê bû xwşya jîna min

tev kulîlk û nêrgiz in
bûye tûrê keda min

zevî, robar û çem in 
xaka bav û kalên min

Nişte ciyê wê Kurd in 
Laleş û bihişta min

Ewe dost û yara min

di dil de Dêrika min

Ednan Beşîr/ عدنان بشير

1 thought on “DÊRIK /Ednan Beşîr

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

Copyright © All rights reserved. | Newsphere by AF themes.