EZ Û TE BÛN /Gulistan Awaz

EZ Û TE BÛN /Gulistan Awaz
ــــــــــــــــــــــــــــــ
Şev bû …Havîn bû
Di awirên çavên te de
min stêrk dihijmartin
Hemûûû ew stêrk
ji roniya dilê te
….vedibirûsîn
Xwen bû..pir xweş bû
şeveke ker bû..zelal bû
Bi dengê tiliyên te
di destên min de
min bawer kir ku
gulistana hêviyan heye
dengê evîn û jînê hene
Û…ez heme
lêêê gula jiyanê
bi dilovaniya bêhna xwe
min hembêz bike
min di çema nêrînên
ku min dikujin de
….veşêre
Bawer ke ku
ezê te bikim
goştê stûyê xwe ,
te lixwe kim ta dawiya temen
û ji xewna xwe jî ranebim
Deng bilind bikim bi navê te
….bilind bikim
li ser awazên hestên te jî
Semayeke têêêrhêvî
….nîgar bikim
Şev bû
Ez û te bûn
Erêêê
xewn bû
lê bi te re..pir xweş bû
كليستان آواز/ Gulistan Awaz