BÎRDANKA TÎRMEHÊ / Gulistan Awaz

BÎRDANKA TÎRMEHÊ / Gulistan Awaz
ـــــــــــــــــــ
Hatina te
Bi çi meraqî
Gilokên keseran
Ji hev vekirin
Li ber wan sozên
Xuhdana pîroz
Pinpinkên eşqê
Difirînin
Berve gulistana
Sîngê esmer
Hatina te
Ji ser eniya Tîrmeha bêxew
Dimalîne
Xemgîniyên sibehên sor
Vala dikin
Di gewriya
Dûrîtiyê de
Şûnşûpên lêvên te
Li ser kesk bejna wê
Tovên şermokiyê
Diseridînin
Axînên xunavgirtî
Di nav tiliyên te de
Mêlodiyên vehesê
Dijenînin
Çendî şah dibin
Bi hatina te re
Zeviyên mangên sor
Peyvên şil
Ji sibehên hevdîtinê
Ser tîna helbestê
Dibarînin
Belê
Di bîrdanka Tîrmehê de
Ji bîr nabe
Dilovaniya
Canê germ