ÇIYAYÊ KURMÊNC / Gulistan Awaz

ÇIYAYÊ KURMÊNC/ Gulistan Awaz
________
Sê sal in
Bi deziyê azaran
Rojên xwe didirûn
Şahî kefenkirî ye
Sê sal in
Ji peyalên derd û xeman
Demên xwe dinoşin
Dadmendî binaxkirî ye
!Ax dayê
Ku biba
Min xwîna xwe
Weke lehiyeke birçî
Ji ser bedena te
Hemû êş û stiriyên qirêj
Daqurtandana
Temenê xwe
Li temenê pakrewanan zêde bikira
Zarok û mindal
Li çiyayê Kurmênc
Bê dêwbav
Nemabana
Ku biba
Min çavên xwe
Ji şevên Efrînê re bikirina find
Li sêsed û şêst û şeş gundan
Tirs bi ronahiyê
Bihelandana
Tîpên navê xwe
Bikirana şitlên zeytûnan
Dêmên heft navçeyan
Bixemilandana
Û şitla heyştan
Li ber kêlê Bekirê Şêxo
Zaveyê Efrînê
Biçanda