Diya şerva / Niviskar: Şevîn Hesen

Diya şerva / Niviskar: Şevîn Hesen
………….
.Eger tu di wan riyan de biçiya ، wê bihna şewatê ji hemû aliyan ve bihata te wek ku dijmin e
Êgir , wêrandin û kûştin mîna govendê li ser serê xelkê bajar bibûn ، libên zeytûnan bi toza axê û dûxana topan di nav ar û newazişan de dîlên cengê bibûn
Ji mal derket , her gav bi gav diya şervan diçû dengê zaroka wê ji hindirê sar nizimtir dibû, ew girî di nîva dil û mejiyê wê de bilindtir dibû
… Dil dibû dahola hewarê di destê narevîna bidest ،ne destê wê ji pêçekê dibû, ne ji rext û tivinga wê dibû
…Ew bajar bibû paytexta berxwedanê … keç û xortên kurd Berevaniya ax û xwêdana erda xwe dikirin
Diya Efrîn şervan e û bermal e , destê sibehê , rojana çaxê ku berbang ji xewê şiyar dibe ew jî pêr e hişyar dibû ،mala fireh rêş dikir, taşteya zarokan datanî , dergûşa xwey çend mehî , ji du pêsîrên westiyayî şîr dida û wê di xew re radikir
Piştî ku karê mala xwe dighand serî berê xwe dide bi gaziya welat , Cilê xwey leşkerî bi ser gewdê lewaz re dadikir, radhişt rext û tivnga xwe û ber bi kolanên şewitî dedirket
… nizanîbû bê wê ceng ew roj bi kîjan gundî ew bixe..êrîş bi ser hemû gundan mîna keriyê guran bibûn
. Pir birçîbibûn, tenê canê kurda bo zikê qirêj dixwestin
.ew roj şer dijwar bibû, li rex tivingan , çiya ji şervanan re bibû çek û bibû paşla dê
.Dibe ku soza çiya bi axê re hebû, ku ew ji xwediyê erd re palpişt be
.Diya Efrîn mîna şêran êrîş dikir û nola xezalan xwe diparast û bazdida
. Di nav dengê top û moşikan de ,bîra wê li kolanê wê bû …di tirsa ku palafirên tirkan gihiştibin wir
. Her seatekê ji şer derbas dibû , şîr ji pêsîra wê dirijya.. Ji xwe re digot : ” keça min birçî ye”
…Di ber lehiya şîr de hêsirên çavê wê bi fîşekên tivingan re dibariyan
…Danek şer xwe vehisand ,hewar bi hin şervanan diket
Ê digot lawê min …Ê digot diya min
…”Dilê Diya Efrîn jî tirs diketê, ji xew re digot:” Kolanê me sibehê ta berî ez bêm , êgir jê dûr bû
:Ew destên mişt kelem , bilind dikir û ji xweda re digot
” Ez qorbana te bim , xwedayê min, Xelek û zarokê min biparêze”
…Her gavekê ber bi malê ve peya dibû , bêdengî bêtir xwe dihejad
.Li ber çavên wê hin sawîr dihatin , xwişik wê ew nedidîtin
…Lê tirsa dil di westana bayê bajêr didît
.rê ji ber wêrandina ku balafir û tangên tirkan , çêbibûn nema xwya bû
….”Ji xew re digot: ” Çawa min riya mala xwe şaş kir
:Lê dara zeytûnên hewşê, bersiva vajî da û got
” Va zeytûnên dara te berî wext hilwişîn”
Mîna ku hemû top bi ser serê wê de dibariyan ،bi çavên têr ax û pêt li newala ku ji mal çêbibû nerî , her çar dîwarê udeyan hilwişîn
.zarok li rex bavê xwe Ketibûn xewa mirinê
. Li dergûsa xwe digeriya ne deng ne gewd
.Di kêlîkek reş de , ew ji xwe winda bibû tiving û mirin xwe hev hembêz kirin
.Moşekek hat.. wêranê wêran bike
… Rext û gewd li erdê ketin
…can xwe hilda ezman tiving diteqe , Şîr dirje Pêçek … dest bi girî dike