Duh bi şev / Şevîn Hesen


Duh bi şev
Şevîn Hesen
………….
Doh bi şev
Dojehek û bihştek
Bi hev re
dîlan dîlan dikirin
Xew û hedan ji wan
Bi van çavan qet neketin.. yar
Wêneya te li herdu kenaran
Hildayî bû mîna du alan
Ji wan nerîna min venedibû
nikarî bû xwe ji wan berde
Te nizanî bû çavê te
ma çi ken bi êşa min
dikir û
ez digiriyam…
Li pê kenê jî bi bedewiya xwe (çavê te)
Zîz û dilovan bibû
û
çavê min ê têr şiyarî
û
westiyayî
Bizîzbûna diyekê bi dergûş
min berdida landika
xewa şêrîn
tev tîna ji jê..
Vê sibê ji nîgaşa
te
Ji wê wêneyê ve
Roka min
hilêt….
Û va me
Di vê kêliyê de
ez ji te dertînim
ji koka vî dilî diçînim
bi gotin û hestan diafirînim..bê;
Ji ber te
Çi qeyamet bi şevan
…Tê
Li ber dergehê
…Şevê
Dîlan dîlan
…dikin