26 أبريل، 2025

واحة الفكر Mêrga raman

أدبية ثقافية عامة

Gazina meke/ Necah Hovak

 

 

 

 

 

 

 

 

Gazina meke/ Necah Hovak

……
Xwe dijwar neke
Hestê mirovatiyê ne veşêre
laheng be
Mîna şêr û zîreke
Nebe mîna tirsonek û newêreke
Di evîna xwe de
…Merd be
nebe mîna parseke
Bi ceger be
Evîniya welat
zîrevaniye û hestê nazike
Bi serîkî sar
û dilekî germ
Doza xwe himbêz bike
Tu cara
tu hêviyan winda neke
Azadî jiyane
û girngtir xwesteke
…Ji ber ku jiyana bê azadî mîna zemîneke hişke
…Zuhaye
bê ava bê hilma bê denge
Gazina meke
Xebatê bike
.Xebatê bike

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

Copyright © All rights reserved. | Newsphere by AF themes.