Hejmara Heştemîn A Kovara Şermola Derket

Hejmara Heştemîn A Kovara Şermola Derket
ـــــــــــــــــــ
.Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket
Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin
Di Hejmara Heştemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî
Di pêşekîya hejmara de tête diyar kirin :”Werger, di sedsala nozdehan de, piştî sedsalên paşverûtîya serdema dagirkerîya Osmanî (Tirk) de, roleke mezin di vejandina gelên Rojhilata Navîn (Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û yên din) lîstîye. Faktora herî berbiçav a ku di vî milî de xwedî rol bû, danûstandin û têkilîyên hin ronakbîran bi çanda gelên Ewrupayî re bû, ku bi rêya şandeyên Ewrupî yên ku dihatin herêmê pêk dihat. Di encama van tekilîyên çandî de, ronakbîrên gelên deverê berhemên fikrî, wêjeyî û zanistî yên herî berbiçav ên Ewrupî wergerandin û veguheztin zimanên xwe û di vejandin û pêşvexistina wêjeya gelên Rojhilata Navîn de gavek bi bandor avêtin
Hêjayî gotinê ye ku heger wergera ramanên zanistî û çandî di warê pratîkî de ne xwedî bandor û geşedaneke erênî be, ew ê di pêşveçûna zanistî û şaristanî de bê encam be..”
.Hejmara Heştemîn a kovara Şermola 204 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin
Naveroka Beşa Kurdî Ya Hejmara Heştemîn
… Werger … Parastin û pêşkeftina şaristanîya mirovahîyê yeـ
(Desteya sernivîskarîyê)
:Analîzên Hizrî
Bilindbûyîn ـ
(Abdullah Ocelan)
Dosyaya Hejmarê:
– Werger.. (Aram Hesen)
– Pirsgirêka Têrmsazîyê Di Pêvajoya Wergêrana Kurdî de.. (Berzo Mehmûd).
– Bizava Wergerê li Rojavayê Kurdistanê.. (Nêçîrvan Evdilezîz)
Lêkolîn:
– Peymana Severê û Serxwebûna Kurdistanê… (Kakşar Oremar)
Hevpeyvîna Hejmarê:
– Li gel nivîskar û wergêr “Ebdelah Şêxo” ye.. (Aram Hesen)
Jin û çand:
– Elmas Xan…Elmasa Dengbêjîya Kurdî 1894-1974.. (Vejîna Kurd)
– Xwezî.. (Salîha Qasim)
Pirtûkên derketî:
– Firîna Bi Baskên Şkestî.. Evîna li ber siya xwedîyên alên reş .. (Lukman Polat)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê)
Werger:
– Çend Wêneyên Helbestî .. (Ebbas Kiyarustemî..Wergera ji Erebî: Qadir Egîd)
Huner:
Herger.. (Fatma Ehmed)
Çîrok:
– Erê Ez Bûm.. (Xoşman Qado)
– Gorkoler.. (Zîlan Hemo)
Helbest:
– Çerxa felek.. (Mihemed Abdulezîz)
– Xwîna Helbestê.. (Mehmûd Misto)
– Kin Bû Buhar.. (Fîxan Hîmo
– Keçê de ka em biçin ..(Mihemed Welîd)
Serbest:
– Navenda Mezopotamya Ya Wergerê (Darwîn Darî)
– Wêje.. (Beşîrê Mele Newaf
– Dilekî Birîndar Şikoyê Hesen .. (Occo Mahabad)
– Romannasî.. (Lîlav Îsa)
– Gundê Başemrê.. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)