26 أبريل، 2025

واحة الفكر Mêrga raman

أدبية ثقافية عامة

Hejmara Pazdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Pazdemîn a Kovara Şermola Derket

 ـــــــــــــــــــــ

.Hejmara Pazdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket

Dosyaya hejmara nû ya kovarê “Daneriya Wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” ye. Ji ber girîngiya wê di ronesansa giştî ya wêjeyî û çandî de

Di pêşekiya hejmara de wiha tê gotin: “piştî destpêkirina şoreşê guhertinên mezin pêk hatin, der barê pirsa zimanên zikmakî û belavkirina wan a fermî de giraniyek hate dayîn. Bi derbasbûna demê re jiyana wêjeyî ber bi rêxistinbûnê ve çû, nemaze piştî avakirina desteyên çandî yên rêveberiyên xweser li herêmên Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha avakirin û vekirina çapxane û weşanxaneyên nûjen, komîteya wêjeyê, Yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran, saziyên wêje û lêkolînan, lidarxistina festîval û pêşbirkên wêjeyî, derxistina kovarên wêjeyî û rojnameyên giştî, ev hemû bûn sedema vekirina deriyan li ber nivîskaran û aktîvkirina tevgera nivîskariya wêjeyî li herêmê…”

Di hejmara Pazdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene

.Hejmara Pazdemîn a kovara Şermola 196 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Sernivîskariyê ya kovarê (kesayeta wêjeyî) weke dosyaya hejmara bê ya “şazdemîn” pejirand û ragihand da ku nivîskar û lêkolîner bi berhem û nivîsên xwe yên çandî û wêjeyî beşdarî hejmara nû bibin

 

:Naveroka Beşa Kurdî ya Hejmara Pazdemîn

 

Pêşekî

Daneriya Wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.. (Desteya Sernivîskarîyê)-

 

Dosyaya Hejmarê

-Şoreşa Wêjeyî Nebe, Bedewiya Berhemên Daneriyê jî ne Gengaz e.. (Nêrgiz Ismayîl)-

Rewşa Wêjeya Kurdî ya Şoreşê.. (Arşek Baravî)

Bîblografiya Pirtûkên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê 2012-2022.. (Dilşad Murad)-

 

Lêkolîn

Melayê Cizîrî û Pênaseya Evînê -2-.. (Diyar Bohtî)-

 

Hevpeyvîna Hejmarê

Li Gel Helbestvan Kemal Necim e (Aram Hesen)-

 

Pirtûkên Derketî

Mîrateya Oblomov…Feraseta ‘Oblomovtî’.. (Armanc  Hêvî)-

Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)-

 

Werger

Jibîrkirin.. (Zekeriya Tamir, wergera ji erebî: Aram Hesen)-

Kataloga Baxçeyekî Ajelan ê Îranê.. (Leyla Fercamî, wergera ji zimanê Farisî: Ebas Mûsa)-

 

Huner

Gula pîroz.. (Alan Ebdela)-

 

Helbest

Hezar Cengên Bêdawî.. (Cemîl Xoce)-

Rêwiyên têkoşînê.. (Bêrîvan Xelîl)-

Xatirê dawî.. (‏‎Bêrîtan Hiso)-

Zimanê Koremaran.. (Ehmed Hesen)-

Koçberî.. (Hesen Xalid)-

 

Serbest

Dîsa li ser Rewşa Romana Kurdî.. (Lokman Polat)-

Êzîdî û Zerdeştî.. (Arif Şingalî)-

 

Tabloyên Hunerî

Rojda Xelîl, Ednan Şerbeawî, Tolîn Umer

 

Copyright © All rights reserved. | Newsphere by AF themes.