Kurdino.. dest bidin hev/ Najah Hovak

Kurdino.. dest bidin hev/ Najah Hovak
ـــــــــــــــــــ
Em ji wan miletê bin destin
Em xweyî kultûr û helbestin
Xweyî petrol û çiya û zevî û bestin
Dijminê me zorin û serdestin
Û em bi ziman û hestin
Lê bê dengin
Bê hevalin
Di cengê de em tim dişikestin
Şewat , kuştin , wêrankirin, darvekirim , ji mere normale
Û divê em têda mîna bistbin
Dijminê me dema me dikujî
?!Ew çeleng û mêre
Gih sedame , erdugane, melalî ,
yan jî beşarê sukir şikestî
Heya kengî mîna helebça
kerkûk
Efrîn
Wê me bugvêşin
Xwîna me bimjin
Jiyana me desthilatkin
Kurdino.. dest bidin hev
Û li doza xwe derkev
Welat rzigar nabê di yek roj û yek şev
Lê divê xwe bighînin hev
Û tu car ne bêjin em nîne
Em tim hene
…Û emê demekê kurdistana hêja azadkin tev
……………….
Silav bo giyanê bekrewanê helebça
….. …….
نجاح هوفاك/ Najah Hovak
16.03.2019