26 أبريل، 2025

واحة الفكر Mêrga raman

أدبية ثقافية عامة

Xewnên pînekirî… Hesen Xalid

Xewnên pînekirî… Hesen Xalid
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
…hîn ez ew kesê
…Ku li xwe digere
…di nav hêlînên firandî de
…xwediyê xewnên pînekirî me
…her gav xwe rût di bînim
…bê cil û berg
…Pêxwas
…lewre mi pêdvî
…bi xewna pînekirî heye
xewn bi xwe
…laşekî rût û sar di xwaze
…ji laşê me pêve
…li hemberî xwe ne dît
Mîna gurekî birçî
qor û bê çare
?…xwe zerdikiyê

… ji mêjde
…xwestekên winda
…Pişka xwedî omîdan e
…bê ser û bin bûn
…ji pêsîra dayîka xwe
…bûm xwedî hêviyê pîr
…gav bi gav min hewl dida
…bi çi rêkê ew omîd
…bibe ciwan
…hîn ez ew kes im
…xwedî her tiştê pînekirî me
…hêviyên herî sax
…bîranînên bê çeng û per
…Û xewna pînekirî
…ji qepalê Pîroz

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

Copyright © All rights reserved. | Newsphere by AF themes.